Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (HAMAS), xwestekên şandiyê Amerîkayê li ser hevhatina aştiya neteweyî ya filistîniyan, xwetêkilkirina aşkera ya li karûbarên Filistînê da zanîn.
Li gorî rapora AL ALAM`ê, Basim Neîm, endamê payebilind ê HAMAS`ê, destnîşan kir: Xwesteka Jason Greenblatt (Cêyson Girînbilat), şandiyê taybet ê Amerîkayê li Ramelahê bona bifermînaskirina RejîmaSiyonîst ji aliyê filistîniyan ve, xwetêkiliya aşkera ya li karûbarên Filistînê ye.
Endamê payebilind ê HAMAS`ê bal kişande ser vê yekê ku ev xwesteka Girînbilat ji Dewleta Wifaqa Neteweyî ya Filistînê, jiber zextên Rejîma Siyonîst cih hatiye û herwiha got: Tenê gelê Filistînê ye ku divê di çarçoveya berjewendiyên xwe de li ser çarenivîs û cureya hikûmeta xwe li vê derê biryarê bide.
Nûnerê taybet ê Amerîkayê li Ramelahê, piştî îmzekirina hevhatina Aştiya Neteweyî ya di navbera Tevgerên FATH û HAMAS`ê de, ji filistîniyan xwest Îsraîlê bi fermî nas bikin.
Eva li halekê ye ku Ramî Hemdila, serokwezîrê Dewleta Wifaqa Neteweyî ya Filistînê, duşemiya buhurî, li hevdîtina bi Girînbilatê, got: Siyasetên dagirker ên Îsraîlê ne tenê rêbaza pêkanîna welatê serbixwe yê Filistînê, belkî hebûna vê rejîmê jî ber bi jinavçûnê ve dibe û divê Amerîka bona pêşîlêgirtina ji dewama van siyasetan,. zextê bide ser Têlavîvê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)