NûçeFilistînRojhilatanavin

Hamasê giheşte agahiya telefonên destan ên eskerên siyonîst

Kanala 12 ya Rejîma nijadperest a Îsraîlê îtiraf kir ku tevgera Hemasê agahiya telefona destan a bi dehan leşkerên girêdayî Rêjîma Siyonîst hak kir.

Binesaziya sereke ya Rejîma Siyonîst di heyama çend mehên borî de bûye meydana êrişên sîberî yên berdewam. Di vê pêvajoyê de, ew bûne armanca êrîşên berdewam ji deverên leşkerî, ewlekarî û sivîl ên Rejîma Siyonîst ser kompaniyên mezin ên mêvandar ên vê rejîmê.

Kanala 12an a televîzyona Rejîma Siyonîst roja yekşemiyê ragihand ku Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (Hamas) bi çêkirina hesabên sexte li Telegram û torên civakî yên din kariye agahiya leşkerên Rejîma Siyonîst bi dest bixe.

Tevgera Hemasê ev hesab bi navên keçên Îsraîlî çêkirin û bi hêzên Rejîma Siyonîst re dest bi danûstandinê kirin.

Rejîma Siyonîst di hefteyên buhurî de rastî êrişên sîberî yên bêmînak hatiye û rayedarên rejîmê jî bi caran li van êrişan mukur hatine.

Çavkaniyên nûçeyan ên Rejîma Siyonîst a Îsraîlî îtiraf kirin ku êrîşeke sîberî pêk hatiye û tê de hemû agahiyên şexsî yên 300 hezar rêwiyên Îsraîlî hatine hakkirin.

Başa dön tuşu