IraqNûçeRojhilatanavinSûriye

“Şam li ser helwêsta xwe ya piştgiriya ji hewildanên Bexdayê ji bo têkoşîna li hemberî têrorîsmê û berfirehkirina hakimiyeta dewleta Iraqê pêgiriyê dike

Wezareta Karên derve ya Sûriyê ragihand ku Şam ji karê qanûnî yê dewleta Iraqê yê serdestiya li ser parêzgeha Kerkûkê û deverên din ên vî welatî pêşwaziyê dike.

Li gorî rapora IRNAyê, rayedarekî berpirs li Wezareta Karên derve ya Sûriyê roja Sêşemiyê got: “Şam li ser helwêsta xwe ya piştgiriya ji hewildanên Bexdayê ji bo têkoşîna li hemberî têrorîsmê û berfirehkirina hakimiyeta dewleta Iraqê pêgiriyê dike”.

Serokwezîrê Iraqê êvara Yekşemiyê piştî bidwîhatina dema diyarkirî ya 72 saetî ji bo paşdakişiyana hêzên Pêşmerge ji Kerkûkê, fermana destpêkirina opêrasiyonê ji bo kontrola hêzên iraqî li ser Kerkûkê û azadkirina bîrên neftê yên vê navçeyê da.

Hêzên iraqî karîn kontrola Kerkûkê bi dest bixin.

Heyder Ebadî ferman dabû hêzên iraqî ku heta radeya pêkan şer û pevçûnan pêk neynin û canê welatiyên iraqî yên rûniştiyê Kerkûkê biparêzin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu