EwropaNûçeRojhilatanavinSûriye

Esad: Sedema qeyrana penaberan, polîtîkayên şaş ên Ewrûpayê ne

Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esad, diyar kir ku qeyrana penaberên a ku têsîrê li Ewrûpayê dike, encamên polîtîkayên şaş ên Ewrûpayê ên li hemberî Sûriye û Rojhilata Navîn in.

Esad ê ku pêşwaziya lijneyek ji Parlementoya Ewrûpayê kir, di dema hevdîtinê de polîtîkayên Ewrûpayê rexne kir.

Esad di dema axaftina xwe ya li gel lijneyê amaje kir ku ‘Li gel piştgiriya terorê û mueyîdeyên li dijî gelê Sûriyeyê, gelek polîtîkayên şaş ên welatên ewrûpî yên li dijî Sûriyeyê û Rojhilata Navîn, îro encameke wisa derxist holê; teror û penaber li Ewrûpayê belav dibin.’

Derbarê nerîna çapemeniya Ewrûpayayê ya li hember qeyrana Sûriyeyê jî Esad got: ‘Derbarê qeyrana Sûriyeyê de li ser medyaya Ewrûpayê gelek agahiyên şaş cih digrin ku êdî gelek nûnerên ewrûpî jî êdî bi çapemeniya xwe bawer nabin. Ji ber vê yekê parlementerên ewrûpî ên ku dixwazin rewşa rastî a Sûriyeyê bibînin û vê rastiyê bi gel re parve bikin, êdî bêhtir serdana Sûriyeyê dikin.’ (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu