CîhanLubnanNûçeRojhilatanavin

Haşim Sefîedîn: Eger ku Siyonîst êrişî ser Libnanê bikin, wê rastî ecêbatiyên mezin werin

Serokê Konseya Kargêr a Hizbulaha Libnanê, destnîşan kir, eger ku Siyonîst êrişî ser Libnanê bikin, wê rastî ecêbatiyên mezin werin.

Li gorî rapora Ajansa nûçeyan a RASA`yê, Haşim Sefîedîn, serokê Konseya Kargêr a Hizbulaha Libnanê, çarşemiyê bi şev destnîşan kir, berxwedanê ku destkevtên mezin bi dest xistine, dîsan jî dikare serketinan bi dest bixe.

Endamê payebilind ê Hizbulaha Libnanê, li ser qebûlkirina hertimî ya berpirsiyan a Berxwedanê pêgîrî kir û got: Berxwedan li cem xelkê fîdakar û muxlis e ta ku ceribandinên zêdetir ên serketî û herwiha serketinê jibo niştîman û umeta îslamî, diyarî bîne.

Şêx Sefîedîn, destnîşan kir, hêz û qaweta hêzên Berxwedanê, di van rojan de, ji wê astê ku dijmin dibêje, pirr zêdetir e û cûreyên zav ên mûşekan, teknolojî, îmkan û tecrubeyên cengî li Sûriyê hene.

Vî melayê libnanî, got: Gefa berdewam a sîyonîstan jibo şerrê dijî Libnanê tirs û xofa wan nîşan dide. Dewletên cîhanê, bi taybet amerîkî û welatên rojavayî, îro rojê li ser dewra piştî şerrê li Sûriyê diaxivin, jiber ku li bara serketinên mêhwera Berxwedanê li Sûriyê ji xwe mukur tên. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu