ÎranMafên MirovanNûçeRojhilatanavin

Berdevkê wezareta karên derve ya Komara îslamî ya Îranê, teqîna terorîstî li eyaleta Sinda Pakistanê şermezra kir

Behram Qasimî  bi dewle û gel û malbatên êrişên terorîstî yên eyaleta Sinda Pakistanê re hevderdî kir û got : pêwîst e liv û tevgerekke giştalî ya navneteweyî li dijî terorê, şîdet û fanatîzmê li hemî cîhanê pêk were.

Behram Qasimî her wiha got :Terorê û pêkanîna tirs û xofê jibo aramncên siyasî, şêwaza herî kirêt  li siyasetê ye ku navçe û cîhan nearam, û neewleh kiriye.

Wî bal kişand ser berpisiyariya  hemî welat û rêxistinên navneteweyî jibo rawestana li ber terorîzmê û got : Pêwîst e hereketeke  berfireh û cîhanî li dijî terorê, tund û tûjî û fanatîzmê pêk were û hemî dewlet û gelên  aşitîxwaz tevlî wê bibin.

Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê tekez kir: Komara Îslamî ya Îranê ser vê bawerê ye ku  riya rizgarkirina  cîhanê û nearamiyê û ev buyera  vê qornê û lihevkirina cîhanî li dijî fanatîzm û terorîzm û kokbirkirina  bingehên  wê yên çandî ye û li vî warî tim amadeyî hevrêtî û hevkariyê ye .

Duh berêvarê li encama teqîna terorîstî li ziyaretgehekê li bajarê  Sêhûn Şerîfa eyaleta  Sinda Pakistanê zêdetirî 70 kesan hatin kuştin û zêdetirî 200 kes jî birîndar bûn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu