NûçeRojhilatanavinSûriye

Hat îdiakirin ku Hasan Aydinê DAIŞî yê ku di vîdeoya ku yek jê leşker 2 tirkan dişewitîne û Tirkiyeyê tehdît dike, di salên 2012 û 2015an de 2 caran hatiye binçavkirin, lê dîsa hatiye berdan

Hasan Aydinê ku leşkerê tirk Sefter Taş û Fethî Şahînê ku tê îdiakirin endamê sîxuriya tirk ê di nava DAIŞê de ye, înfaz dike di sala 2012an di çarçoveya operasyona li dijî El Qaîdeyê, li Edeneyê hatiye binçavkirin.

Herwiha di sala 2015an Hasan Aydin dema hewld da ku ji Hatayê derbasî Sûriyeyê bibe, ji aliyê polêsan ve hate binçavkirin. Li gel ku di wesayeta Aydin de gelek techîzatên leşkerî  û balafirek bê mirov hatiye dîtin jî, ji aliyê dadgehê bi şertê kontrola dadî hatiye berdan. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu