IraqNûçeRojhilatanavin

Hate ragihandin Artêşa Iraqê li bajarê Hît ê bi dehan girtî ji girtîgeheke DAIŞê rizgar kirine.

Artêşa Iraqê duh beşek ji bajarê Hît ê ya Wîleyeta Enbarê ya Iraqê kontrol kirin. Piştî ku hêzên Iraqê di nav bajêr de belav bûn, girtîgeheke DAIŞê ku di binê erdê de hatibû çêkirin, dîtin.
Fermandeyekî artêşa Iraqê li Hîtê, bi navê Fazil El Nemrawî derheqê wê girtîgehê de agahî da û wiha got, di wê girtîgehê de derdora 1500 girtî hebûn, hemû hatin berdan. Hat gotin ku piraniya wan girtiyan, sivîl bûne.
Bajarê Hît û devera Enbarê ya Iraqê havîna 2014 ji aliyê DAIŞê ve hatibû girtin. (ÎSLÂMİ DAVET KURDÎ)

Başa dön tuşu