ÎranNûçeRojhilatanavin

Hatemî: Îran ji ber rola xwe ya serbixwe ketiye ber dijminatiya Amerîkayê

Wezîrê Parastinê û Piştgiriya ji hêzên çekdar ê Îranê got: Tehran û Moskow ji ber rola xwe ya serbixwe ketine ber êrişên Amerîkayê.

Wezîrê Parastinê û Piştgiriya ji hêzên çekdar ê Îranê emîr sertîp Emîr Hatemî duh li hevpeyvîna bi kanala rûsî ya Rusia Today(RT) re got: Îran û Rûsya ji ber ku roleke serbixwe li warê piştgiriya ji ewlehî û îstiqrara navçê dilîzin û bona rawestana li ber zorbêjiyên Amerîkayê xwe li ber vî welatî naçemînin, ketine ber êriş û dijminatiyên vî welatî.

Wezîrê Parastinê û Piştgiriya ji hêzên çekdar ê Îranê got: Îran û Rûsya ji her welatekî din  zêdetir ketine ber pirsgirêkên ku serokomarê Amerîkayê Donald Trump ji wan re çêkirine, lê cîhan bi giştî jî bi pirsgirêkên ku Trump jê re çêkirine rûbirû ye.

Sertîp Emîr Hatemî herwiha derheq biryara Amerîkayê li dijî Sipahê Pasdaran jî got: Sipahê Pasdaran rêxistineke gelanî ye û li şerê li dijî terorîsmê dîrokeke xwe ya rohn û zelal heye.

Wezîrê Parastinê û Piştgiriya ji hêzên çekdar ê Îranê herwiha balkişand ser cinayeta artêşa Amerîkayê li hedefgirtina balafira misafirî ya Îranê û şehîdkirina misafirên tê de û got: Kiryara Amerîkayê li dijî Sipahê Pasdaran ti bandoreke xwe li ser stratejiya Îranê Û Sipahê Pasdaran li navçê tine.

Sertîp Hatemî li bara vê yekê ku Amerîka dibêje gişt alternatîv li ser maseyê ne got: Îran hevdemê bikaranîna însiyatîfê li xebat û hewldanên xwe û karînên xwe bi başî dizane ji bo berjiwendiyên xwe çi bike.

Başa dön tuşu