ÎranNûçeRojhilatanavin

Hatemi: Komara Îslamî ya Îranê bi hemî hêz û şiyana xwe pişta gelên bindest ji hêla manewî va digire

Wezîrê Berevaniyê yê Komara Îslamî ya Îranê got: Komara Îslamî ya Îranê bi hemî hêz û şiyana xwe pişta gelên bindest ji hêla manewî va digire.

Li gorî rapora IRNAyê, Emîr sertîp “Emîr Hatemî”, Wezîrê Berevaniyê yê Komara Îslamî ya Îranê roja Şemiyê bi gotina vê yekê ku Berxwedan li Libnan, Filistîn, Iraq û Sûriyê bingehîn bûye, her wiha got: Amrîkiyan bi damezirandina komên têrorîst karî beşeka mezin a erdên Sûriye û Iraqê bigirin destê xwe; Lê tiştê ku bû sebeba têkçûna amerîkiyên cinayetkar û azadkirina van navçeyan, ramana Berxwedanê bû.

Sertîp Hatemî tevî amajeya bi berxwedana gelê Yemenê li hemberî destdirêjkeran, got: Rêjîma Siûdî bi damezirandina hevpeymaniyê û wergirtina Çiraya Kesk ji Amerîkayê û kirrîna qaseka zêde ya çekan destdirêjiya ser Yemenê kir û fikra wan eva bû ku Yemenê têk bibin; Lê vî welatî bi destê vala li hemberî wan li ber xwe da.

Wezîrê Berevaniyê yê Komara Îslamî ya Îranê bi gotina vê yekê ku Yemen bûye stiriyek di çavê amerîkiyan da, got: Roja îro rewşek çêbûye ku amerîkî bi derew li dû tawanbarkirina Komara Îslamî ya Îranê ne.

Sertîp Hatemî her wiha tevî amajeya bi boykotên dijî Îranê yên Amerîkayê, got: Wisda ku şerê sepandî yê Iraqê dijî Îranê bû derfetek jibo zêdetirbûna şiyana berevaniyê ya Îranê, ev boykot jî dê bibin derfetek jibo jinavbirina lawaziyên abûrî yên welêt.

Başa dön tuşu