ÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Hatemî: Rêjîma Sedam zêde ji 570 caran bombeyên kîmyayî rijandine ser Îranê, lê rêxistinên navneteweyî ji bo şermezarkirina van cûre karan heta civînek jî li da nexistin

Wezîrê Berevanîyê yê Komara Îslamî ya Îranê general Emîr Hatemî sibeha îro anku Duşemiyê li rêûrisma bidawîhatina Çaremîn Kongreya Asya Pasîfîkê ya Pizişkiya Leşkerî li Têhranê got: Di salên serdema Berevaniya Pîroz (Şerê heştsalî yê sepandî ji aliyê Rêjîma Beis a Iraqê dijî Îranê di dehika 1980`yî da), Rêjîma Sedam, dîktatorê îdambûyî yê Iraqê, zêde ji 570 caran bombeyên kîmyayî rijandine serr Îranê, lê rêxistinên navhneteweyî ji bo şermezarkirina van cûre karan heta civînek jî li da nexistin.

Wezîrê Berevanîyê yê Komara Îslamî ya Îranê tevî pêgiriya li ser sekinîna li hemberî welatên ku li dû şerxwaziyê ne, got: Cîhanê dît ku Îranê çawa nêta xwe ya baş li qeyrana çêkirî ya atomî nîşan da û tevî bêsoziyên Amerîkayê, li ser hemda xwe ma, ji ber ku Komara Îslamî ya Îrqanê dewleteka berpirsiyar e û daxwaza aştiyê dike.

Sertîp Hatemî tevî amajeya bi boykotên neqanûnî yên Amerîkayê li dijî Îranê got: Amerîka li pêvajoya amadekirina derman û hewcetiyên seretayî yên gelan jî bi bikaranîna têrorîsma aborî, astengiyan derdixe,

Çaremîn Kongreya Asya pasîfîk a Pizişkiya Leşkerî (ICMM) ji 12 heta 15ê Cotmehê li Têhranê hat lidarxistin û ji îro va jî Îran bi qasî du salan dê bibe serokê Komîteya Navneteweyî ya Pizişkiya Leşkerî ya Komxebata Asya Pasîfîkê.

Başa dön tuşu