Muhemed Seîdnijad, rêveberê rêxistina bender û deryavaniya Îranê got : şîrketa neteweyî ya niftkêşa Îranê yek ji mezintirîn paporên veguhestian deryayî barên niftê heye û niha jî barên nifta xav a îxrackirî ya Îranê bi niftkêşên îranî û bêyî tu sînore û berbendekê bo meqsedên curbicur ji wan benderên ewrûpî tên barkirin.
Muhemed Seîdnijad destnîşan kir ku piştî cihanîna rêketinama navokî xebata şîrketa neteweyî ya niftkêşa Îranê li bazarên navneteweyî dê rastî hin pirsgirêklan were lê bi cihanîna rêketinnama navokî hat û çûya niftkêşan û gemiyên ticarî yên Îranê bi pîvanên cîhanî yên herî bilind bo benderên ewrûpî cih tê.
Seîdnijad bal kişand ser vê yekê ku îxracata nifta Îranê ji dema betalkirian boykotan du beramber bûye û destnîşan kir ku bi endametiya li 24 konvansiyonên hemî niftkêşan gemiyên ticarî yên Îranê bêyî tu berbendekê li çarçêva qayîde û qirarên cîhanê xebatê dikin. Rêveberê Rêxistina bender û deryavaniya Îranê tekez kir. (BANGÊ ÎSLÂMİ)