AborîÎranNûçeRojhilatanavin

Hebûna zirûfên zav jibo berfirebûna peywendiyên aboriyê yên Îran û Ewrûpayê

Balyozê Komara Îslamiya Îranê li Londonê, bal kişand ser zirûfên zav ên jibo berfirebûna peywendiyên aboriyê û bazirganiyê yên di navbera Têhran û Ewrûpayê de û got: Dewama berbendên bankî û têgihêştinên şaş û nerast ên li bara rewşa rakirina boykotan, astengî û berbenda sereke ser riya berfirehkirina peywendiyên kargêriyê di navbera bankên mezin tev bankên Îranî ye.

Li gorî rapora IRNA`yê, Hemîd Beîdînejad, roja çarşemiyê li konferansa Asoya Bazirganî û Sermayedanîna Ingilistan û Îranê, li Londonê, got: Tevî bastengiyên ku di van salên dawiyê de dijî Îranê hebûne û di rewşa ku bihaya niftê pirr kêm bûye, dewleta Îranê kariye bi geşkirina aboreka ber bi pêş û li gorî zimhêr û sermayeyên xwe yên navxweyî, asta pêşdaçûna aboriyê, ji -4.5 bigihîne nêzî +%5`an û asta zamê jî ji nêzî sedî 48`an bigihîne nêzî sedî 8`an.

Wî herwiha got: Her di vê demê de tevî gefên terorîstî yên li navçê ku welatên zav ên li navçê tûşî gefên cidî kirine, Îran ji hêla ewlehiyê ve di rewşeka pirr baş da bûye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu