ÎranNûçeRojhilatanavin

Hedefa bereya mezin a dijminên rezîl ên nizama îslamî jinavbirin û valakirina ji hundirva ya Komara Islamî ya Îranê ye

Li gor rapora SAHAR TV, Hezretê Ayetullah Xamineyî rêberê qedirgiran ê inqilabê li hevdîtina tev parek ji berpirsên pişkên curbicur ên welêt bal kişande ser fîdakarî û xwînên binirx ku bona damezirîn û parastina nizama inqilaba îslamî li Îranê hatine rijandin û destnîşan kir; Her cure hewldanek jibo asêkirina dijminê ku bi dû lawazkirina nizamê ye, hewldana jibo nêzîkbûna li dergehê ilahî ye.

Hezretê Ayetullah Xamineyî bal kişande ser viya ku armanca sereke ya fîdakariyên xelkê Îranê li dewranên curbicur, hedefeke dînî bûye û destnîşan kir; Her roja îro jî gelek ji xortên Îranê pê vê bawera paqij amade ne li meydana sekinîna li hemberî dijminên tekfîrî û berevaniya ji tirbên paqij herin meydanê ku eva nîşanin ji fîdakariya xortên îranî ye û nîşana vîya ye ku xelkê Îranê li pêş berpirsên xwe ne.

Hezretê Ayetullah Xamineyî hedefa pêxemberan ji hewldan û têkoşînên bidilûcan pêkanîna nizama dînî û pêkanîna heq û dadmendîyê  zanî û destnîşan kir; Li nizama îslamî pêwîst e qayde û qirar û rewşa jiyana îslamî fêrî xelkê bên kirinê û pêwîst e çanda xelkê li hemû babetan ji qayde û qirarên quranî çavkanîyê bigre.

Rêberê giranqerdir ê inqilabê herwisa bal kişande ser navlêkirina îsal ku ji hêla wî va wekî sala “abûra ser bingeha berxwedanê, veberhênan û şuxulandinê“ û destnîşan kir; Mercê geşatiya veberhênanê û pêkanîna derfetên karkirinê şopandin û çavdêriya durist e û pêkutî kir: Derkirrîna kelûeplên ku dibin sedema girêdana karistanên navxweyî divê bê sekinandinê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu