FilistînÎranNûçeRojhilatanavin

Rêberê Giranqedr ê cihana Îslamî Hezretê Îmam Elî Xamineyî: Xewna tevlihev a dijminan têkildarî rêketinama navokî pêk nayên

Rêberê Giranqedr ê cihana Îslamî Hezretê Îmam Elî Xamineyî bal kişand ser muzakirên welatên ewropî digel Îranê têkildarî rêketinama navokî û pêgirî kir: Gel û dewleta Îranê boykot û bisînorkirinên têkildarî bernama navokî qebûl nakin û xewn û xeyala tevlihev a dijminan têkildarî rêketinama navokî dê pêk neyên.

Rêberê Giranqedr ê cihana Îslamî Hezretê Îmam Elî Xamineyî îro li merasima 29`emîn salvegera koça dawîyê ya hezretê Îmam Xumêynî (RE) li koma bi dehan hezar evîndar û hezkirîyên xîmdarê Komara Islamî ya Îranê, Sazîya Enerjîya Atomê ya Îranê erkdar kir ku ji sibê va amadekarîyên pêwîst ji bo bidestxistina 190 hezar santrîfîyûjan di çarçova rêketinama navokî de bikin.

Rêberê Giranqedr ê cihana Îslamî Hezretê Îmam Elî Xamineyî herwiha got: Tişta ku roja îro dijmin li dijî Komara Islamî ya Îranê dike, ne nîşaneya hêz û iqtidarê belkî ji ber pêşketin, mezinatî û berxwedana gelê Îranê ye.

Hezretê ayetulah Xaminêyî bi gotina vîya ku şîyana mûşekî xala bihêzîyê ya pêşîlêgirtinê ya Îranê ye, dîyar kir: Çêkirina mûşekên curbicur û iqtidara mûşekî dibe sedema dabînkirina ewlehîyê ji bo Îrana islamî.

Wî herwiha bal kişand ser Roja Cîhanî ya Qudsê û got: Merasima Roja Qudsê ya îsal dê ji ya salên buhurî bicoştir bê lidarxistin.

Rêberê Giranqedr ê cihana Îslamî Hezretê Îmam Elî Xamineyî bi gotina vîya ku Îran yê piştgirîya ji welatên zilimdîtî û hêzên Berxwedanê li navçê bidomîne, ragihand: Îran li rex gelê mezlûm ê Filistînê sekinîye û piştgirîyê dide Mêhwera Berxwedanê wek li Sûrîyê.

Başa dön tuşu