ÎranNûçeRojhilatanavin

Serleşker Ceferî: Dijminan nekarîn rewşa Îranê aloz bikin

Fermandeyê Gişt Sipahê Pasdarên Inqilaba Islamî got: Dijmin ji wan koma têrorîst a Munafiqînê bi alîkarîya rêjîma siûdî mideha 2 mehên buhurî de plan darêştibûn ku rewşa Îranê aloz bikin lê nekarîn.

Serleşker Mihemedelî Ceiferî, Fermandeyê Gişt Sipahê Pasdarên Inqilaba Islamî îro li şarê Meşhedê bi gotina vîya ku dijminên inqilaba islamî bi awayekî berdewam lnanan ji bo têkdana ewlehî û aramîya civaka islamî dadirêjin, pêgirî kir: Bi saya têkoşîna hêzên ewlehîyê li hemî deverên Îranê, planên dijminan hatine pûçkirinê.

Serleşker Ceiferî bal kişand ser vê yekê ku dijminên ehmeq in û fam nakin ku gefên bi vî rengî bandorê li vîna gelê Îranê nakin û got: Rûxandin li Îranê ne tişteke taze ye û arizûya pêknehatî ya hemî dewletên Amerîkayê ye û xwezayî ye ku ew hemî hêza xwe ji bo zordayîna ser Îranê bi kar tînin lê, gelê Îranê gefan vediguhêre derfetan.

Fermandeyê Gişt Sipahê Pasdarên Inqilaba Islamî bal kişand ser vê yekê ku gelê Îranê tu wexta naşçe bin nîrê zilm û zorbêjîya dijminan û got: Dijminên gelê Îranê roj bi rojê zelûl dibin lê bi saya hêza xwe ya mêdyayî hewil didin vê yekê berovajî nîşan bidin.

Başa dön tuşu