NûçeRojhilatanavinYemen

Heft kirêgirtiyên siûdîiyan li parêzgehên Teiz û Cewfa Yemenê hatin kuştin

Li dewama şerê navbera hêzên artêşê û komîtên gelanî yên Yemenê tev destdirêjkirên siûdî, heft kirêgirtiyên Erebistanê li parêzgehên Teiz û Cewfê yên Yemenê hatin kuştin.

  Li gorî rapora kanala televîzyona  El-Mesîrê ya Yemenê, hêzên artêşê û komîtên gelanî yên Yemenê roja çarşemiyê heft kirêgirtiyên siûdî li navça Herîb Nehim, Herîb El-Qeramîş û Wadî Salê li parêzgeha Teizê li başûrê rojava Yemenê û bajarên  El-Metûn û El-Meslûbê li parêzgeha  El-Cewfê, bakurê rojava Yemenê kuştin.

El-Mesîrê her wiha li raporeke din ragihand Yekîna mûşekî ya artêşê û komîtên gelanî yên Yemenê roja çarşemiyê mûşekên Giradê ber bi kombûnên  eskerên artêşa Siûdî û kirêgirtiyên wê li derbasgeha Elebê li Esîrê avêtin.

Hêza berevaniyê ya artêşê û komîtên gelanî yên Yemenê tevî dorpêçkirina  giştalî ya vî welatî ji aliyê Rejîma Siûdî roj bi rojê li halê zêdebûnê ye.

Çavkaniyên eskerî yên  Yemenê ragihandin: Li operasyona  yekînên  artêşê û komîtên  gelanî yên Yemenî li navçên  El-Qawiye, El-Be El-Ebyez, El-Beyt El-Eswed li Cîzanê bakurê çola Mîdiyê li parêzgeha  Hecê, parzêgeha  Marebê li anvenda Yemenê hejmarek zêde ji kirêgirtiyên  siûdî hatine kuştin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu