Li dewama şerê navbera hêzên artêşê û komîtên gelanî yên Yemenê tev destdirêjkirên siûdî, heft kirêgirtiyên Erebistanê li parêzgehên Teiz û Cewfê yên Yemenê hatin kuştin.
Li gorî rapora kanala televîzyona El-Mesîrê ya Yemenê, hêzên artêşê û komîtên gelanî yên Yemenê roja çarşemiyê heft kirêgirtiyên siûdî li navça Herîb Nehim, Herîb El-Qeramîş û Wadî Salê li parêzgeha Teizê li başûrê rojava Yemenê û bajarên El-Metûn û El-Meslûbê li parêzgeha El-Cewfê, bakurê rojava Yemenê kuştin.
El-Mesîrê her wiha li raporeke din ragihand Yekîna mûşekî ya artêşê û komîtên gelanî yên Yemenê roja çarşemiyê mûşekên Giradê ber bi kombûnên eskerên artêşa Siûdî û kirêgirtiyên wê li derbasgeha Elebê li Esîrê avêtin.
Hêza berevaniyê ya artêşê û komîtên gelanî yên Yemenê tevî dorpêçkirina giştalî ya vî welatî ji aliyê Rejîma Siûdî roj bi rojê li halê zêdebûnê ye.
Çavkaniyên eskerî yên Yemenê ragihandin: Li operasyona yekînên artêşê û komîtên gelanî yên Yemenî li navçên El-Qawiye, El-Be El-Ebyez, El-Beyt El-Eswed li Cîzanê bakurê çola Mîdiyê li parêzgeha Hecê, parzêgeha Marebê li anvenda Yemenê hejmarek zêde ji kirêgirtiyên siûdî hatine kuştin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)