EwropaÎranNûçeRojhilatanavin

Heftiya tê civîna hevpar a aborî ya Îran û Fransayê

Balyozê Îranê li Parîsê bal kişand ser vê yekê ku wezîrê karên derve yê Fransayê heftiya tê bi taximeke siyasî û baoriyê sefera Îranê dike li bara lidarxistina yekim civîna komîsyona hevpar a aboriyê ya du welatan hevgavê vê seferê agahî da.

 Li gorî rapora roja pênşemiyê ya  IRNA`yê, Elî Ahenî balyzoê Komara Îslamî ya Îranê li Fransayê li civîna “Îran bazarek jibo peydakirina  derfetan“ li odeya bazirganiyê ya  “Odo sen“ a Fransayê got : Wezîrên karên derve yên Îran û Fransayê serokatiya  vê civîna  hevpar a aborî digrin istûyê xwe.

Ahenî destnîşan kir: Îran bi jêrxana aborî ya xurt û bihêz li warê pêşe, cotkarî û veguhestinê dikare bibe şirîka aboriyê ya mayînde bû Fransayê.

Balyozê Îranê li Parîsê bal kişand ser vê yekê ku  hin şîrketên  sîgorteyê ên fransî amadeyî hevkariya tev şîrketên îranî ne û got: Nihêrîna van şîrketana li Îranê wek şirîkeke dilniya û ne bazarek jibo derfirotina  kel û pelan, dê hegereke girîng li serketina  wan li bazara Îranê be.

Patrîk Dûciyan, nunerê parlimanê û serokê konseya giştî ya navçêa “O Du Senê“ ya Fransayê jî li vê civînê got: Îstiqrar û ewlehiya Îranê li navçeyeke aloz, hegerek girîng li handana  şîrketên  fransî bo hizûra li bazara Îranê ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu