NûçeRojhilatanavin

Pêwîstiya hevkariya Îran û Hindistanê bona rawestana li ber terorîzmê

Sekreterê civata kivşkirina mesilheta nizama Îranê got: Îran û Hindistan bi hevkariya stratejîk dikarin roleke berbiçav li rawestana ber terorîzmê hebin.

Li gorî rapora IRNA`yê, sekreterê civata kivşkirina mesilheta nizama Îranê, Mohsên Rizayî duh berêvarê li hevdîtina Saorab Komar balyozê nû yê Hindistanê li Îranê got : zemîneyê baş bo berfirehkirina peywendiyên her du welatan pêk hatine ku sefera serokwezîrê Hindistanê dikare ser berfirehkirina peywendiyên her du welatan bibandor be.

Rizayî got: Her du welat endamê Tevgera Qeydnenasan in û bona baştirkirina peywendiyên Dêhliya Nû-Têhranê divê me nihêrînên tezetir hebin û rê bo hevkariyên teze xweş bikin.

Sekreterê civata kivşkirina mesilheta nizama Îranê bal kişand ser berfirehkirina peywendiyên aborî navbear her du welatan da û got: Danûstandinên 14 milyar dolarî di salê da nîşana dewama hemen ticareta sunetî navbera Hindistan û Îranê da ye ku bi hevkariay her du welatan em dikarin asta danûstandinên ticarî heya 100 milyar dolarî jorde bibin.

Rizayî li dewamê bal kişand ser pêkanîna fitne û zêdekirina opersyonên terorîstî li navçê ser navê islamê û got: Ev liv û tevger dikarin gefeek cidî bo hemî navçê bitaybet deverên misilmannişîn ên Sîn Kiyangê (Çîn), Kêşmîr (Hindistan) û Pakistan û Efxansitanê bin.

Li dewama vê hevdîtinê Saorab Komar balyozê nû yê Hindistanê li Komara Islamî ya Îranê kêfxweşiya xwe ji ber vê hevdîtinê nîşan da û got: Terorîzm pirsgirêka navçê ye û divê bi bihêzkirina gotûbêj û muzakirên li dijî terorîsmê, dest bi rawestana li ber terorîzmê li navçê bikin.

Balyozê Hindistanê nirxandina sekreterê civata kivşkirina mesilheta nizama Îranê li bara navçê û pirsgirêkên ku gefê lê dixwen piştrast kir û got: Îran û Hindistan bi xurtkirina peywendiyên xwe dikarin li bara kêmkirina van gefana roleke berbiçav hebin. (ÎSLÂMİ DAVET KURDİ)

Başa dön tuşu