AborîCîhanÎranNûçeRojhilatanavin

Ruhanî dosiya du milyard dolarê Îranê ku Amerîkayê dest daniye ser wê bi cidî bişopîne

Berdevkê dewleta Komara Îslamî ya Îranê got: Tîma şopandina destdanîna Amerîkayê ser du milyard dolarê Îranê bi awayekî rêk û pêk encama karê xwe wê ji Konseya Bilind a Ewlekariyê û dewleta Îranê re ragihîne û rasterast serokomar derheq vê mesel agahdar bike.

Berdevkê dewleta Komara Îslamî ya Îranê Muhemed Baqir Nobext duh li press konferansa xwe de li Tehranê li bara encama dawiyê ya şopandina destdanîna Amerîkayê ser du milyard dolarê Îranê got:Tîmek wezîfedar bûye ku vê destdanîna ser mal û heyiya Îranê li çarçêva dadweriyê bi cidî bişopîne.

Nobext herwiha got:Ev tîma gişt zirûfên huqûqî û qanûna navneteweyî bona vegerandina du milyard dolarê xelkê Îranê .

Dadgeha bilind a Amerîkayê li 20 Nîsana 2016 li kiryareke bi dijminatî hikim da du milyard dolarê ku banka navendî ya Îranê li Amerîkayê li hesabê bankî danî bû ser xêra dozvekirên dosiyeke dadweriyê ya li dij Îranê, dest dayne ser.

Komara Îslamî ya Îranê ji ber ku Amerîkayê bi hegerên pûç dest daniye ser vê mal û heyiya Îranê, bi fermî ser vê meselê li dij Amerîkayêli Dadgeha Navneteweyî doz vekiriye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu