ÎranNûçeRojhilatanavin

Berteka Îranê li hemberî bûyera têrorîstî ya li Lahûra Pakistanê

Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê bi şermezarkirina kiryara têrorîstî ya duh li bajarê Lahûr ê Pakistanê, xwe şirîkê xema dewlet, gel û malbatên gorîyên vê bûyerê zanî.

Li gorî rapora nûçegihanê IRIB NWS`ê, Behram Qasêmî berdevkê wezareta karên derve ya Îranê bikaranîna şîdet û têrorê encama wê îdolojîya pûç û kirêt zanî ku bilî zimanê zordarî û şîdeta beredayî ti gotinek jibo axavtinê tineye.

Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê tekez kir: Li gorî bawerîya me, tenha rêka rizgarbûna ji pêla şîdet û têrorê li navçê û cîhanê, rawestana bi dil û can li hemberî vê dîyardeyê û belaya şûm û bikarneanîna têrorîsmê û ticareta têrorîsmê wek darê destan jibo armancên sîyasî û di çaçrova istandardên durû da ye.

Navenda polîsên Lahûr navenda eyaleta Pencab a Pakistanê duh piştrast kir ku di encama teqînke têrorîstî li vî şarî de, 26 kes hatin kuştinê û 49 kes jî birîndar bûn. Ev teqîna li nêzîkî bazareke qerebalix a mêwe û pincaran li bajarê Lahûrê qewimî.

Koma Tehrîk Taliban a Pakistanê nasyar bi (TTP) berpirsîya vê teqînê da ustîyê xwe  (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu