ÎranNûçeRojhilatanavin

Larîcanî: Mesela sereke ya mudaxilên li navçê têkbirina berxwedanê ye

Serokê meclisa şêwra Îslamî ya Îranê got: Mesela sereke ya destwerdanên li navçê têkbirina berxwedanê û welatên piştgirê wê ye da ku rê jibo serdestiya tam a Rejîma Siyonîstî li navçê xweş bibe.

Elî Larîcanî li axiftina xwe ya berî destûra civîna eşkere ya ya îro ya meclisa şêwra Îslamî ya Îranê, wekî berteka  li hember gotinên vê dawiyê yên Netenyahû serokwezîrê Rejîma Siyonîstî got: Di rojên derbasbûyî da, serkirdê Rejîma  Siyonîstî li hevdîtina  tev Viladîmîr Putin serokkomarê Rûsiyê, bûyer berûvajî dane xûyanê, wer xûya dike ku ew  ne bi dîrokê re nasiyar e û ne jî Torat xwendiye, Helbet ji siyonîstekî xirabkar ji viya zêdetir çê nabe ku wisa derewan bike.

Serokê meclisa şêwra Îslamî ya Îranê got: Netenyahû eşkere ragihand ku Li piştperdeya şerê Sûriyê, Rejîma Siyonîstî heye, wî jibo pêkanîna  aşitiyê li Sûriyê şert û merc kivş kirin û eşkere kir ku  şerê li Sûriyê, şerê li himberî berxwedana dijîsiyonîstî ye.

Serokwezîrê Rejîam Siyonîstî, pêşnşemiyê li sefrekeke yekrojî çû Moskowayê û tev serokkomarê Rûsiyê hevdîtin pêk anî û gotûbêj kir.

Li vê seferê, Netenyahû hemî hewla xwe da ku bandorê bike ser helwêsta  Rûsiyê û serokkomarê vî welatî li hember Îranê û li hember berxwedanê, lê nekarî serkevtî be. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu