Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, bi dû destpêbûna qonaxa sêyem a opêrasyona azadkirina Mûsilê û revîna xelkê vê deverê jibo xilasbûna ji cinayetên DAIŞ`ê, hejmara awareyên vî şarî jorda çûye.
Li gorî gotina Dirbaz Kusret wezîrê koçberîya Iraqê niha ji sedî 75`ê awareyên Mûsilê li kempên Xazir û Zîlkanê hatine bicihkirin.
Tê payîn di encama opêrasyona azadkirina Mûsilê da ku ji 17`ê Cotmehê va destpê bûye, zêde ji yek milyon kesî aware bibin.
Ji hêla din va hêzên Heşdi Şeibî balafirxaneya bajarê Til Eferê ji destê DAIŞ`ê derxistine.
Malper û çavkaniyên nêzîkî Heşdi Şeibî ragihandin ku van hêza îşev karîne balafirxaneya bajarê Til Eferê azad bikin û bixin bin kontrola xwe. (BANGÊ ÎSLÂMİ)