Hejmara balefirên cengê yên Îranê zêde bû
Esxer Fexriye Kaşan alîkarê wezîrê çêkirina rê û avedankirinê yê Îranê li karûbarên navneteweyî duh çarşemiyê li hevdîtina Kay Moykaynen wezîrê ticareta derve ya Fenlandê û taxima bi wî re li Têhranê bal kişand ser muzakirên Îranê tev Airbasê û Bûyîngê û şîrketên din ên balefiran jibo kirîna balefiran û got: Heya 8 salên tê nêzîkî 500 balefir dê li hêza hewayî ya Îranê werin zêdekirin.
Fexriye Kaşan derfetên xebitandina sermayê li Îranê bo taxima Fenlandê da nasandin û got : Ev derfeta jibo Fenland û welatên ewrûpî yên din heye ku tevlî danûstandinên hewayî yên Îranê bibin.
Wezîrê rê û avedankirinê yê Îranê tekez kir: Fenlandî dixwezin ku Îran rêhesina xwe bighîne Rûsiyê û ji Rûsiyê bighîne Fenlandê.
Komara Îslamî ya Îranê û Fenland îro çar belgên hevkariyê li warêna borî, enerjî, teknîkî û xebitandina sermayê wajo kirin.
Saolî Nînîsto seriokkomarê Fenlandê duh sêşemiyê bi taximeke pilebilind a siyasî û aborî gihêşte Têhranê.
Armancên sefera Saolî Nînîsto ya Têhranê ku ser deweta fermî ya serokê Komara Îslamî ya Îranê cih hatiye muzakirên dualî û berfirehkirina asta danûstandinên aborî ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)