ÎranNûçeRojhilatanavin

Bernama berevaniya mûşekî, siyaseta neguher a Îranê

Berdevkê dewleta Îranê bal kişand ser vê yekê ku berenama berevaniya mûşekî ya Îranê ji van siyasetên Komara Îslamî ya Îranê ye ku nayê guhertin û destnîşan kir: Li bernama şeşan a pêşxistinê û bûdceya 1396 a Îranê bi awayekî eşkere ser xurtkirina bingeha berevaniyê ya Îranê hatiye tekezkirin.

Li gorî rapora SAHAR TV yê, Muhemed Baqir Nobext, roja sêşemiyê li Têhranê, berjewendiyên  neteweyî yên Îranê girêdayî bi ewlehiyê dan zanîn û destnîşan kir: Siyaseta berevaniyê ya Komara Îslamî ya Îranê, pêşîlêgirtin e.

Berdevkê dewleta Îranê herwiha diyar kir: Zêdekirina qaweta berevaniya Îranê, dê ewlehiya  navxweyî û ewlehiya navçê biparêze.

Nobext bal kişand ser vê yekê ku  hin qawetên cîhanê hewl didin bernama  berevniya mûşekî ya Îranê bikin mijareke  cidî jibo welatên  cînarê Îranê û got: Armanca welatên rojavayî ji wan hewldanên  bidijminatî, tirsandina ji Îranê û firotina çekan bo welatên navçê ye.

Berdevkê dewleta Îranê herwiha got: Komara Îslamî ya Îranê bi muzakire û gotûbêja tev welatên cînar dê hewl bide bîr û hizrên hanê bêencam bike.

Nobext li bara sefera vê dawiyê ya Donald Trump serokkomarê Emerîkayê bo Erebistanê jî got ku Trump jibo wergirtina dirêf ji Erebistanê sefera vî welatî kir. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu