CîhanEwropaNûçe

Hejmara goriyên bûyera işkestina bendavê li Birizîlê gihîşte 84 kesî

Ajansa nûçeyan a Fransayê Sêşemiyê bi şevê qala zêdebûna hejmara goriyên qurbaniyên bûyera işkestina bendavê li başûrê rojhilata Birizîlê bo 84 kesan kir.

Bendavek li nêzikî bajarê Brûmandînhoyê (Brumadinho) li parêzgeha Mîmnas Graysê li başûrê rojhilata Birizîlê Îniyê nîvroj, 25ê Çileya 2019an, işkest û rûxiya.

Rayedarên Birizîlê pêştir ragihandibûn ku hejmara goriyên vê bûyerê 50 kes bûye.

Derdora 270 kes jî hema wisa wenda ne.

Bi işkestina vê bendavê, lehiyeka mezin çêbû û navçe girte ber xwe.

Ev bendav li nêzikî kaneka hêsin bû.

200 kes ji wendayiyan ji karkerên kanê ne.

Li gorî ragihandina rayedarên herêmî, di dema qewimîna vê bûyerê da 300 karker li kana Fîcaoyê (eijão) hebûn ku 100 kes ji wan karîmn derkevin.

Kana Fîcaoyê ya kompaniya Vale’yê ye ku kompaniya herî mezin a kolandin û derxistina kana Birizîlê ye.

Başa dön tuşu