Hejmara goriyên gemiya binavbûyî ya misrî gihîşte 204 kesî.
Li gorî rapora ajansa fermî ya nûçeyan a Misrê ji zarê Elî Evdilsetar serokê navend û bajarê Mitûbsê li Keferşêxê (Diltaya Çemê Nîlê û ciyê birêketina gemiyê) roja sêşemiyê bi derxistina gemiya binavbûyî ya hilgirê van koçberan, meytên 33 koçberên din li nav gemiyê hatin dîtin ku bi vî rengî hejmara goriyên vê bûyerê gihîşte 204 kesî. (BANGÊ ÎSLÂMİ)