NûçeRojhilatanavin

Li Misrê şer derket: Herî kêm 10 kes hatin kuştin

Hate ragihandin ku li Misrê di navbera hêzên ewlekariyê û kesên ku hevkariyê bi DAIŞê re dikin de şer derketiye û di encamê de jî herî kêm kesên ku hevkariyê dikirin hatine kuştin.

Wezareta Navxweyî ya Misrê daxuyand ku li dijî komek bi navê Ensar Beyt el Muqdesê li bajarê El Ariş yê herêma Bakurê Sîneyê ku li malek xwe veşartibûn operasyon pêk anî ne.

Hate diyarkirin ku kesên li mal xwe veşartibûn gule reşandine ser hêzên ewlekariya Misrê û di encamê de jî hatine kuştin. Komê di sala 2014an de girêdayîna xwe ya DAIŞê ragihandibû. Êrişên li hemberî polês û Artêşa Misrê piranî li Nîvgirava Sînayê pêk tên. Herî dawî êriî wesayîta polêsan hatibû kirin û di encamê de jî 8 polês hatibûn kuştin û êrişê DAIŞê li xwe girtibû. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu