NûçeRojhilatanavinSûriye

Hejmara herêmên beşdarî agirbestê bûn, gihîşt 935a

Navenda şopandina agirbesta Rûsyayê ya li Sûriyeyê ragihand ku li herêma Lazkiyeyê bi nûnerên 2 xwecihên din re peyman hatiye dayîn û hat dest nîşan kirin ku hejmara herêmên beşdarî agirbestê bûn, gihîşt 935a.

Di daxuyaniya li ser malpera Wezareta Parastinê ya Rûsyayê de hat diyar kirin ku rêxistinên çekdar ên deryasayî di nava 24 saetên dawiyê de 39 êrîş pêk anîne û hat gotin ku milîtanan li herêmên Heleb (18), Şam (17), Lazkiye (2), Hama (1) û Derayê (1) bi çekên giran êrîş pêk anîne. Hat derbirîn ku ji êrîşên milîtanan 11 êrîş, ji aliyê rêxistinên ku daxuyandibûn ku ew li derveyî agirbestê ne, hat pêk anîn. Her wiha hat ragihand kul i bajaroka Suran a Hamayê milîtanan navgîna hewayî ya bêmirov û bombebarkirî bikar anîne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu