NûçeFilistînMafên MirovanRojhilatanavin

Hejmara kesên di êrîşên Îsraîlê yên dijî Xezeyê da hatin kuştin gihîşt 27 hezar û 708an

Hejmara Filistîniyên di êrîşên Îsraîlê yên dijî Xeta Xezeyê ya dagirkirî da hatin kuştin di nav 24 saetan da 123 kes zêde bû û gihîşt 27 hezar û 708an.

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ya li Xezeyê der barê êrîşên Îsraîlê yên dijî Xeta Xezeyê yên ku 124 roj in dewam dikin da agahî da.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku di nav 24 saetên dawîn da Îsraîlê dijî Filistîniyan 16 qetlîam kir, di van qetlîaman da 123 Filistînî hatin kuştin û 169 kes jî birîndar bûn.

Hat daxuyandin ji 7ê Cotmehê vir va hejmara Filistîniyên di êrîşên Îsraîlê da hatin kuştin gihîşt 27 hezar û 708an, ya birîndaran jî bû 676 hezar û 147.

Hat gotin ji ber ku hêzên Îsraîlê rê li ber digirin, ekîbên parastina sivîlan û tenduristiya bilez nikarin xwe bigihînin cinazeyên li binê kavilan û li devê rêyan mane.

Başa dön tuşu