CîhanEfrîqaEwropaNûçe

Hejmara kesên di êrîşên terorê yên li Srî Lankayê da mirine hatin rojanekirin

Li Srî Lankayê hejmara kesên di êrîşên terorê yên li otel û dêran hatin kirin da mirin hat rojanekirin. Hejmara miriyan a ku wek 359 hatibû dayîn, wek 253 hat sererastkirin.

Wezareta Tenduristiyê daxuyand di hesabkirina hejmara miriyan da şaşî hatiye kirin û hejmara miriyan 253 ye.

Rayedaran daxuyand terorîstê ku wisa tê texmînkirin serokê êrîşkaran bû jî li paytext Kolomboyê di êrîşa li Otela Shangrî Layê da miriye.

Tê gotin êrîş ji hêla 9 kesan va hatiye kirin.

Polêsan wêneyên 7 kesên ji ber êrîşê tên sûcdarkirin belav kir.

Serokwezîrê Srî Lankayê Ranil Wickremesinghe gotibû hin şikbarên êrîşên terorê kirine hê li derva ne, dibe ku ew êrîşên nû bikin.

Li Srî Lankayê roja yekşemê li dêra St. Anthony’s a li Kochchikadeyê, li dêra St. Sebastian a Katanayê, li dêra Dayika Meryem a li Battîcaloayê yên ku tê da merasimên Paskalyayê dihatin kirin û li otelên pênc stêrk ên Shangrî La, Cînnamon Grand û Kîngsburyê yên li paytext Kolomboyê êrîşên bibombe hatibûn kirin.

Piştî van êrîşan li banliyoya Dehiwalayê û li banliyoya Dematogoyê yên li paytext Kolomboyê jî teqîn çêbûbûn.

Di êrîşan ji 500î zêdetir kes jî birîndar bûbûn.

DEAŞa rêxistina terorê berpirsyariya êrîşan hildabû li ser xwe.

Başa dön tuşu