NûçePakîstanRojhilatanavin
Hejmara kesên ji ber lehiyê li Pakistanê jiyana xwe ji dest daye gihîşte hezar û 481 kesan

Li Pakistanê hejmara kesên ku ji ber lehiyên ku ji ber barana mûsonê ya zêde çêbû jiyana xwe ji dest da, derket hezar û 481 kesan û 12 hezar û 748 kes jî birîndar bûne.
Li gorî daneyên Rayedarê Karesatan li Pakistanê dane, hejmara kesên ku ji ber lehiyê jiyana xwe ji dest daye gihîştiye hezar 481 kesan û 12 hezar û 748 kesên din jî birîndar bûne, 1.75 milyon xanî zirar dîtine, ji wan 569 hezar û 800 bi temamî hilweşiyane, 908 hezar û 13 heywan jî minrine.
Li Pakistanê nêzî 35 milyon kes ji barîna baranên zêde û tund tûşî ziyan û zirarê bûne.
Wezîrê Karûbarên Avûhewayê yê Pakistanê Şîrî Rehman di dawiya meha Tebaxê de diyar kirîbû ku ji ber lehiyê sê yeka welat bi tevahî di bin avê de maye.