IraqNûçeRojhilatanavin

Paqijkirina pişkek ji cadeya El Sersara Bexdayê

Hêzên endazyariya leşkerî ya li leşkera 6`an a hêza peya ya Iraqê, karîn bi cihanîna paqijkirina cadeya El Sersarê, pişkek ji vê rêkê, ji pira Ewde El Şukir ber bi pira Ebas Cemîlê ji mayn û bombeyên terorîstan paqij bikin û hin mayn û bombeyên di vê navçeyê de pûç bikin.

Hêzên iraqî herwiha li dewama operasyona azadkirina Mûsilê, hin çeperên koma terorîst a DAIŞ`ê peyda kirin.

Hêzên artêşa Iraqê li dewama operasyona azadkirina Mûsilê, karîn çend trombîlên ku di wan de bombe hatibûn danîn û pişkek ji alavên terorîstên DAIŞ`ê zevt bikin.

hêzên hevpar ên artêşa Iraqê di mideha pevçûna bi komek ji terorîstên DAIŞ`ê li taxa Bîsanê li perrava çep a Mûsilê, operasyona xwe ya paqijkirinê li taxa El Reşîdiyê, dest pê kirin ku di encama vê operasyonê de hejmarek trombîlên bombekirî, çekên nîşanbaziyê û sengerên kemînê, hatin nasîn û paqijkirin.

Leşkerên artêşa Iraqê karîn du endamên DAIŞ`ê ku ji perravê çepê ber bi perravê rastê ve direviyan, bigirin. Van terorîst bi veşartina xwe di nava welatiyên Mûsilê, dil hebûn bi qayiqê, ser çema Diclê ku van du navçeyên hanê digihîne hev, ji vê navçeyê birevin.

Hevalbendiya amerîkî 90 qayiqên ku terorîstên DAIŞ`ê bi wan ji rojhilata Mûsilê direviyan, dan ber bombeyan.

Vê dawiyê hêzên şerrê dijî terorîsmê yên Iraqê karîn li serketina xwe ya herî mezin li operasyona azadkirina parêzgeha Neynewayê, rojhilata Mûsilê bi tamî azad bikin. Ew hêzane xwe jibo operasyona dijwartie a li rojavaya Mûsilê amade dikin (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu