CîhanEfrîqaNûçe

Li Nîjeryayê pevçûnên dijwar: 20 kuştî û gelek birîndar

Li gor nûçeyên çapemeniya herêmî, li eyaleta Taraba ya Nîjeryayê di navbera şivan û cotkaran de şer û pevçûn derket. Di encama pevçûnan de herî kêm 20 kes hatin kuştin û gelek jî birîndar bûn. Metirsiya ku hejmara kuştiyan zêde bibe heye.

Li gor zanyariyên berdest, di pevçûnan de gelek ajalên mezin telef bûn û kêriyekî pezî ku ji 200 ajalî pêk dihat hat dizîn. Piştî pevçûnan niştecihê herêmê dest bi koçê kir.

Li herêmê gelek caran di navbera şivan û cotkaran de pevçûnên dijwar diqewimin. Herî dawî li gundê Nyiwa û Yerimaru yê girêdayî eyaleta Plateauyê şer derketibû û di encama şer de herî kêm 15 hatibûn kuştin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu