Amara herî teze ya li Koreya Başûr nîşan dide ku kirîna nifta Îarnê ji aliyê vî welatî va li sêmehiya sisiyan a îsal li bercî par zêde ji du beramberî zêde bûye.
Wezareta ticaret, pêşe û enerjiyê yê Koreya Başûr roja sêşemiyê li malpera xwe ragihand ku asta kirîna niftê li sê mehên sisiyan ji Îranê bi qasî 29 milyon û 800 hezar bermîlê bûye.
Eva li rewşekê ye ku Koreya Başûr sala 2015`an û li 3 meha Tîrmeh, Tebax û Îlonê 12 milyon bermîl niftê ji Îranê kirîbû û reqema nû nîşan dide ku ew reqema ji sedî 147.7`ê zêde bûye.
Îran heya beriya sala 2012`an li gorî rapora ajansa Yûnhapê ya Koreya Başûr hertim bifiroşê herî mezin ê niftê bo vî welatî bûye û vî welatî hemî hewcetiya xwe ya niftê ji Îranê dabîn kiriye.
Koreya Başûr li sala 2011`an bi qasî 9 milyar û 360 milyon dular nift ji Îranê kirî ku ji ber boykotan ev reqema li sala 2015`an gihêşte 2 milyar û 270 milyon dularî. (BANGÊ ÎSLÂMİ)