İslami Davet Kurdi Bange İslami

Hejmara koçberên Nînowayê gihişt 90 hezarî

Wezîrê Koç û Koçberên Iraqê ragihand, ku hejmara wan kesên ji ber şer ji Mûsilê û deşta Nînowayê reviyane gihiştiye 90 hezar kesan.

Wezîrê Koç û Koçberên Iraqê Derbaz Mihemed got; “Hejmara kesên ji ber şerê Mûsilê reviyane gihiştiye 90 hezar kesan û heta niha milyonek û 500 hezar kes jî vegeriyane navçeyên hatine rizgarkirin.”

Derbaz Mihemed eşkere kir, ku Wezareta Koç û Koçberan 2 milyar dînar ji bo navçeya Şingalê xerc kiriye û 300 milyon dînar jî weke padaşt û meaş daye karmendên nexweşxayên koçberan ên li Hewlêrê. Mihemed herwiha diyar kir, ku di vê heyamê de nexweş û birîndar di van nexweşxaneyan de hatine dermankirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Exit mobile version