Di encama erdheja bihêz a ku vê sibê navça Norçayê ya Îtalyayê hejand da heya niha herîkêm 75 kes hatine kuştin.
Li gorî rapora Fars Newsê, vê sibê erdhejeke 6.2 rîşterî bajarê Norçayê li navenda Îtalyayê hejand.
Li halekê ku îro li sietên destpêka bûyerê hejmara kuştiyan bi dehan kes hatibû ragihandin, ji ber şidyayîbûna tevna vê navçê û hêza erdhejê hejmara kuştiyan hêdîhêdî zêdetir bibe.
Li gorî amaran heya niha 38 kes hatine kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûne.
Dayira lêhişyarbûna medenî ya Îtalyayê bi ragihandina vê amarê li bara hitmala zêdebûna hejmara kuştiyan agahî daye.
Tê gotin ku xelkê bajarê Romaya Îtalyyaê jî ji ber giranîya vê erdhejê hesta hejîyanê kirine. Serciyo Pîrotsî şaredarê bajarê Amatrîsê li parzêgeha Rîtiyê jî gotiye ku li vî bajarî jî pir kes bin kavil û kelefeyan da mane û iliktrîka nîva avahiyên bajêr qut bûye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)