ÎranNûçeRojhilatanavin

Hevdestiya dijminan digel Israîlê jibo alozkirina navçeyê

Serokê meclisa şêwra îslamî ya Îranê got: Dijmin bi hevdestiya rêjîma Israîlê li dû pêkanîna tevlihevî û aloziyê li navçeyê ne.

Li gorî rapora IRIB News`ê, Elî Larîcanî serokê meclisa şêwra  îslamî ya Îranê roja şemiyê li kongreya du hezar û sêsed şehîdên Xumêynîşehra Îsfehanê li navenda Îranê herviha got: Dijmin bi hevdestiya Rêjîma Siyonîst hewil didin ku rewşa heyî li navçeyê li ser xêr û qazanca xwe biguherînin.

Larîcanî rewşa herî xerab ji bo dijminan serketina Hizbullaha Libnanê û Îranê li navçeyê da zanîn û got: Dijminan bi piştevaniya çekdarî ji têrorîstan dil hene qeyrana siyasî ya li navçeyê ser xêra xwe birê ve bibin.

Larîcanî got: Dijmin li dû pêkanîna lawazî û sistiyê li vîn û îradeya rastîn, ramana îslamî û tewhîdî ne da ku mêdyayan ji bo bidestxistina armancên xwe yên qirêj bi kar bînin.

Larîcanî qeyrana aboriyê û derbeya aborî li misilmanan ji nîşaneyên din ên nexşe û planên dijmin da zanîn û got: Boykotkirina Îranê, kêmkirina bihaya niftê, qeyrana aboriyê û pêkanîna şer û pevçûnên navçeyî ji bernameyên sereke ên dijminan in.

Serokê meclisa şêwra îslamî ya Îranê herviha bal kişande ser siyaseta Abora Berxwedanê û got: Îran dikare bi saya bikaranîna cîgeha xwe ya aborî li navçeyê û naskirina bazarên hedef ên derfirotinê li welatên cînar, firotina berhemên xwe yên cotkarî û pêşeyî bo derve berfireh bike (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu