CîhanEwropaNûçe

Hejmara kuştiyên êrîşên têrorîstî li ser mizgeftên bajarê Krîst Çirçê li Niyozîlendê gihîşte 49 kesî.

Li gorî rapora vê dawiyê ya Polîsê Niyozîlendê 41 kes ji kuştiyan li mizgefta El Nûr û heşt kes jî li mizgefta Lînûdê ya bajarê Krîst Çirçê bûne.

Pêştir hejmara kuştiyên van êrîşan 41 kes hatibû ragihandin.

Di rapora nû ya Polîsê Niyozîlendê, hejmara birîndaran jî derdroa 50 kesî ye.

Êrîşa li ser du mizgeftan li derdora bajarê Kirîst Çirçê (Christchurch) ya Niyozîlendê demek sibeha îro qewimî.

 Li pey van êrîşan dibistanên bajkarê Kirîst Çirçê îro hatin betalkirin û polîs ji gelê vî bajarî xwest ku ji malên xwe dernekevin û neçin mizgeftan.

Casînda Ardêrn (Jacinda Ardern) Serokwezîrê Niyozîlendê jî tevî şermezarkirina van cinayetan ew wek karekî hovane yê kêmdîtî da zanîn.

Başa dön tuşu