EfrîqaNûçe

Hejmara kuştiyên Sûdanê ji 150 kesî bihurî

Duhî di pîrozbahiya 5emîn salvegera rizgariya Sûdanê ya serxwebûnê de li paytextê Jûbayê di navbera yekîneyên artêşê û mûxalifan de şer û pevçûn derket.

Li paytexta Sûdan a Başûr Jûbayê, duhî pêncemîn salvegera rizgariya ji Sûdanê û dewleta serbixwe hat pîrozkirin. Di dema pîrozkirinê de di navbera yekîneyên artêşê û mûxalifan de şer derket. Li gorî zanyariyên berdest hejmara mirovên di şerê ji şeva Înê û vir ve diqewime de jiyana xwe ji dest dane ji 150 kesî bihuriye.

Li gorî çavkaniyên herêmî hejmara cenazeyên leşker û sivîlên anîne nexweşxaneyên dewletê yên li paytext Jûbayê zêdeyî 90 kesî ye û li gorî radyoya Tamazûjê cenazeyên 109 kesan birine nexweşxaneyê.
Ji berdevkên komên mûxalîf Roman Nyarî da xuyakirin ku hejmara mirovên di şerê beriya du rojan dest pê kiriye de jiyana xwe ji dest dane, ji 150 gelekî zêdetir e. Şer, di dema hevdîtina navbera Serokdewlet Salva Kîîr û alîkarê wî Rîek Machar de dest pê kiribû. Kîîr û Machar duhî bi şev daxuyaniyeke hevpar dan û banga aramiyê li aliyan kirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu