CîhanEfxanîstanNûçeRojhilatanavin

Hejmara kuştiyên teqîna Kabolê zêde bû

Hejmara goriyên teqîna li Kabola paytexta Efganistanê bû 6 şeş kes.

Li gorî rapora IRIB Nesê ji Kabolê, Berdevkê Polîsê Kabolê got: Ji ber teqîna ku sibeha îro li ber zanîngeha Kabolê qewimî, 26 kes birîndar bûn.

Fêrdos Feramerz her wiha got: Piştî vê teqînê du mayînên megnetîk ên danandî jî li nêzikî Zanîngeha Kabolê hatin vedîtin û pûçkirin.

Beriya vêya hejmara kuştiyan du kes hatibû ragihandin. Yek ji kuştiyan polîs e.

Ev teqîn demekê qewimî ku biryar bû du hezar û pêncsed xwendayên çiqas hiqûqî beşdarî merasimekê li zanîngeha Kabolê bibin.

Heta niha tu kes an komekê berpirsiyariya vê teqînê negirtiye ustiyê xwe.

Başa dön tuşu