CîhanEfrîqaNûçe

Hejmara miriyan ji hezarî derbas kir

Hejmara miriyên ku li welatê Efrîqeya Rojhilat ê Sierra Leonê ji ber lehî û hezazê jiyana xwe ji dest dabûn ji hezarî derbas kir.

Berpirsê herêmî Elenoroh Jokomie Metzger li paytextê welat li Freetownê di axaftina xwe ya bîranîna kesên ku jiyana xwe ji dest dabûn de got: “Hejmara kesên ku ji ber lehî û hezazê jiyana xwe ji dest dane ji hezarî derbas kirin, lê em nikarin reqemeke zelal bidin.”

Li welatê Sierra Leonê li herêma Freetownê di 14ê Tebaxê de baraneke zêde barî bû, ji zêdebûna baranê lehî û hezaz pêk hatibû û bi sedan însan di binê axê de asê mabûn. Niha jî xebatên lêgerîn û rizgarkirinê berdewam in. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu