EwropaNûçe

Hejmara miriyên erdheja Îtalyayê ji 280 derbas kir

Li qada çiyayî ya ku li bakur rojhilatê paytext Romayê ye, roja çarşemê danê sibehê saet 03.30an erdhejek bi pîleya 6,2 pêk hatibû. Li vê qadê xebatên rizgarkirinê didomin. Di xebatan de ku zêdetirî 4 hezar mirovî tevlî bûne, tê hedefkirin ku bi dehan kesên di nav xirbeyan de mane bên rizgarkirin.

Li gorî agahiyên ku rayedarê parastina sivîl ê Îtalyayê dan ji duhî êvarî ve hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dane wekî 281 hatiye tespîtkirin. Hejmara birîndaran jî nêzî 400î ne. Li bajarokê Amatrîce zêdetirî 200 kesî jiyana xwe ji dest daye, li gorî Serokê Şaredariyê Sergio Pirozzi herî kêm 15 kes hê di nav xirbeyan de ne. Li gundê bi navê Pescara del Tronto jî piştî laşê bêcan ê 30 kesî ku hatibû ragihandin ku winda ne, hatin dîtin, xebatên rizgarkirinê hatin bidawîkirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu