Li Amerîkayê li bajarê Oakland ê girêdayî eyaleta Kalîforniyayê duh bi şev di depoyekê de şewat derketibû. Rayedaran diyar kirin ku di wê şewatê de hejmara miriyan gihîştiye 24a û da zanîn ku dibe ev hejmar hîn zêde bibe.
Rayedaran diyar kirin ku termê 24 kesan ji avahiyê hatiye derxistin.
Rayedaran dest nîşan kirin ku kesên wenda hene û dibe ku hejmara miriyan zêde bibe. Temenê kesên mirî bi piranî di navbera 20 û 30 yî de ye. Di dema şewatê de di depo de konsereke muzîkê hebû û di hundir bi qasî 50-100 kesî hebû. Rayedaran daxuayndin ku hêj jî sedema derketina şewatê nehatiye tespît kirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)