FilistînNûçeRojhilatanavin

Hejmara şehîdên Filistînî bû 16

Bi şehîdbûna çend kesên din di êrîşa artêşa Rêjîma Siyonîst ser Zîvala Xezeyê, hejmara şehîdên filistînî di vê zîvalê da gihîşte 16 kesî.

Wezareta Tendurustiyê ya Filistînê îro anku çarşemiyê ragihand ku di êrîşa Rêjîma Siyonîst ser taxa Tefahê û Taxa zeytûnê ya Xezeyê, 4 filistînî şehîd û çend jî birîndar bûn.

Kanala Meyadînê ragihand ku mûşekên Berxwedanê kewkî ser bajaroka Nahil Ozê tên kirin û Pergala Gumbêza Hesin a Israîlê jî nikare pêşiya wan bigire.

Hêzên berxwedana Filistînê wek bersiva bo êrîşên filistîniyan mûşekên xwe kewkî ser baregehên Rêjîma dagîrkera Qudsê li rojhilata xan Yûnisê kirin û dengê zengila xeterê li bajaroka Netîf Hetserayê li bakurê Zîvala Xezeyê bilind bû.

Medyayên Rêjîma Siyonîst ragihandin ku meşa trênan li Til Avîvê hatiye rawestandin û navendên nexweşxaneyê li Filistîna dagîrbûyî di rewşa amadetiyê da ne.

Medyayên Rêjîma Siyonîst her wiha ragihandin ku çar siyonîstên bajaroknişîn ji ber lêketina mûşekê li nêzikî bajaroka Xan Yefniyê birîndar bûn.

Artêşa Rêjîma Siyonîst ji berbanga Sêşemiyê va dora nû ya êrîşên xwe ser Zîvala Xezeyê dest pê kiriye. Berxwedana Filistînê jî wek bersiva bo êrîş û cinayetên Rêjîma Siyonîst heta niha zêde ji 250 roket û mûşek ji Xezeyê kewkî ser erdên dagîrbûyî kirine.

Di vî halî da Wezareta karên derve ya Urdinê destdirêjiyên nû yên Rêjîma Siyonîst ser Zîvala Xezeyê şermezar kir û  ev rêjîm berpirsa gurrbûna êrîşan da zanîn.

Zeyfullah Fayîz berdevkê Wezareta karên derve ya Urdinê destnîşan kir: Gurrbûna êrîşên Israîlê dijî Zîvala Xezeyê û êrîşa ser welatiyên sivîl tenê dê kêşeyê giran bike û tundrêtiyê dê xurt bike.

Başa dön tuşu