ÎranNûçeRojhilatanavin

Îran û Ûrsêt yê zêde ji 10 belgeyên hevkarîyê wajo bikin

Wezîrê têknolojîya têkilî û peywendîyan ê Komara Islamî ya Îranê bal kişand ser serdana pêşerojê ya serokê Komara Islamî ya Îranê bo Ûrsêtê û got: Zêde ji 10 belgeyên hevkarîyê jibo wajokirinê di navbera serokomarên Îran û Ûrsêtê da hatine amadekirinê.

Mehmûd Waêzî ku di eynî demî da serokê îranî yê komsyona hevpar a hevkarîyên Îran û Ûrsêtê duh êvarê li Moskovê herwiha got: Têhran û Moskov divê hemî şîyan û imkanên xwe jibo kêrhatîtirbûna muzakirên pêşerojê yên serokomarên Îran û Ûrsêtê bikar bînin.

Wezîrê têknolojîya têkilî û peywendîyan ê Komara Islamî ya Îranê pêkutî kir: Herçend asta peywendîyên ticarî di navbera her du welatan anegorî sala 2015`ê di navbera sedî 70 heta sedî 80 zêde bûye lê, şîyana her du welatan zêdetir ji vê yekê ye.

Mehmûd Waêzî bal kişand ser pêşketinên li peywendîyên gumrikî yên Îran û Rûsîyê ji wan birêxistina derbasgeha kesk a gumrikî, li ser girîngîya zêdetir a çalakbûna zûtirkê ya korîdora kesk a gumrikê, çêtirbûna peywendîyên bankî, cihanîna projên hevpar li Îranê ji wan bikaranîna ceryanê li rêya hesin a Înceburûn-Germsarê bi pişkdarîya aborîyê ya Têhran û Yêketîya Ewrasîyayê wekî zemîneyên herîgirîng ên hevkarîyên dualî û navçeyî yên Îran û Ûrsêtê sekinî.

Armanca serdana durojî ya Mehmûd Waêzî bo Ûrsêtê, berfirekirina peywendîyên her du welatan, amadekarîyên serdana Hesen Rûhanî serokê Komara Islamî ya Îranê bo Moskovê ku tê gotin yê 28`ê Adarê pêk bê ye.

Waêzî duh êvarê li hevdîtinên cida ligel Nîkolay Nîkîfrof wezîrê tênolojîya peywendîyê û mêdyayên komkî, Alêksandêr Novak wezîrê enerjîyê û hevtûşê xwe li komsyona hevpar û Îgor Şovalof alîkarê yekem ê serokwezîrê Ûrsêtê, destûrkara serdana Rûhanî bo Rûsîyê hilkoland. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu