Wezareta Tebndrustiyê ya Filistînê, hejmara şehîdên roja duşemiyê li sînorên rojhilata zîvala Gazayê, 58 kes raghand.
Li gorî rapora IRNA`yê, ji zarê malpera Filistîn El-Yewmê, Eşreft El-Qedre berdevkê Wezareta Tendrsutiyê ya Fiklistînê li Gazayê raghand ku heya niha du hezar û 771 welatiyên filistînî jî ji aliyê eskerên siyonîst birîndar bûne.
Medya filistînî jî li bara şehadeta Leylî Enwer El-Qendûr, dergûşa 8 mehî bi fetisîna ji ber gazên jardar ên Rejîma Siyonîstî agahî dan.
Hevgavê gulleavêtina eskerên siyonîst ser xwenîşanderan, balefirên cengê yên Rejîma Siyonîstî jî bi sê mûşekan, yek ji navenda berxwedanê li bakurê Zîvala Gazayê dan ber êrişan.
Topxana Rejîma Siyonîstî jî bi du mûşekan kombûna ciwanên filistînî li nêzîkî sînorên zîvala Gazayê li bakurê Beyt Hanûnê dan ber êrişan û du gulleyên topê jî ber bi birceke çavdêriyê ya berxwedanê li rojhilata Cebalyayê avêtin ku li encama wê çar ciwan şehîd û 15 kesên din birîndar bûn.
Roja duşemiyê bi dehan hezar welatiyên filistînî bona protestokirina veguhestina balyozana Emerîkayê ji Telavîvê bo Qudsa dagirbûyî û 70 mîn salvegera dagirkirina Filistînê li sînorên rojhilata zîvala Gazayê xwenîşandan bi rê xistin.