FilistînNûçeRojhilatanavin

Hejmara şehîdên filistînî yên li Gazê zêde bû

Di encama êrişên hewayî yên Siyonîstan ser Zîvala Gazê de, çar filistînî şehîd bûn.

Li gorî rapora Ajansa nûçeyan a MEHR`ê, di encama êrişa sibeha î

ro şemiyê ya Rejîma Siyonîst ser pêgehên hêzên Berxwedanê li başûrê bajarê Gazê de, du endamên gordanên El Qesam ên baska leşkerî ya Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (HAMAS) şehîd bûn.

Di encama êrişa şeva buhurî ya Rejîma Siyonîst ser başûrê Zîvala Gazê de jî du welatiyên filistînî şehîd bûn.

Di eynî demê de wezareta tendirustiya Filistînê ragihand: Di encama êrişên vê dawiyê (pêncşemî û îniyê) yên siyonîstan ser filistîniyan de, hezar û 114 kes birîndar bûne.

Piştî biryara roja çarşemiyê ya Donald Trumpê serokkomarê Amerîkayê ya bi fermînaskirina Bêyt Ul Muqedesê wekî paytexta Rejîma Siyonîst, Erdên Dagîrbûyî yên Filistînê, bûne qada pevçûnan a di navbera leşkerên Siyonîst û filistîniyan de. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu