Li gor nûçeya di rojnameya Jerusalem Postê de hat weşandin, ji meha kewçêrê ya par ku meha sersalê ye û heta niha herî kêm 17 hezar siyonîstên fanatîk êrîş bir ser Harema Şerîf.
Li gorî salnameya îbranî, par 14 hezar û 908 cihûyî êrîş biribû ser Eqasayê. Îsal jî hê ku ji kutabûna salê re 6 hefte mane (li gor salnameya îbranî) ev hejmar gihîşt 17 hezarî.
siyonîstan bi minasebeta salvegera rûxîna Meqamê Silêman ku wekî “Tişa BeAv” bi nav kirine û roja şînê qebûl dikin, îxlalên li ser Mescida Eqsayê zêde kiribûn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)